TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAISê roja Sêsemê Belçîkayê dicive

Admin H
Nivîskar
📅 27 adar 2021 00:03

PeyamaKurd - Wezîrên Derve yên welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya li Iraq û Sûriyê, 30yê Adarê li Belçîkayê dicivin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Wezîrê Derve Antony Blinken ligel Cîgirê Serokwezîrê Belçîkayê û Wezîrê Derve yê Belçîkayê wê serperiştiya civîna berfireh a wezîrên derve yên welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê bikin.

Di civîna ku 30ê Adarê bi rêya vîdyo-konferansê birêve diçe de, armanc ew e ku hewlên berdewam ên helmeta li dijî DAIŞê ya bi mebesta jinavbirina yekcarî ya vê rêxistinê, binirxînin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto jî îro li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Di meha Adarê de, hevbeşên me li Iraq û Sûriyê, 50 operasyonên li dijî DAIŞê encam dane.”

Wayne Marotto eşkere kir: “Operasyonan rêgirî li encamdana 62 kiryarên terorîstî kiriye.”

Parve bike: