TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hevpeymaniyê alîkariyên tenduristî gihand nexwesxaneyên Rojavayê Kurdistanê

Admin H
Nivîskar
📅 31 adar 2020 19:18

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê alîkariyên tenduristiyê ji nexweşxaneyên li Hesekê û Şedadê re şand.

Hat zanîn ku ew alîkariyê ji bo pêşxistina rûbirûbûna nexweşiyan a nexweşxaneyên Rojavayê Kurdistanê hatine şandin ku tê de derman û pêdawîstiyên tenduristiyê cî digirin.

Navenda Ragihandina HSDê derbarê alîkariyên tenduristî yên hevpeymaniyê de ragihand, di çarçoveya pêşxistina qada tenduristiyê de, hevpeymaniyê alîkarî şandine nexweşxaneyên Hesekê û Şedadê.

Parve bike: