TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hevpeymaniyê karwaneke din a leskerî derbasî Rojavayê Kurdistanê kir

Admin H
Nivîskar
📅 25 sibat 2021 00:25

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengtiya wê dike, karwaneke din a leşkerî şeva borî derbasî Rojavayê Kurdistanê kir.

Hat zanîn ku karwana hevpeymaniyê ji 45 barhilgir û otombîlên leşkerî pêk dihat doh bi şev ji bo binkeyên hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê hatin rêkirin.

Karwana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di deriyê sînorî yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê re derbasî nav Rojavayê Kurdistanê bû.

Hêjayî gotinê ye, piştî destbikarbûna rêveberiya nû ya Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hêzên Amerîkî dîsa çalak bûne û baregehên nû ava dikin ku ji destpêka sala 2021ê ve, 14emîn karwana alîkariyên leşkerî û lojîstîkî ye derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe.

Parve bike: