TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hevserokê HDPê yê navçeya Kopê Eray Can hat girtin

Admin L
Nivîskar
📅 04 îlon 2021 15:02

PeyamaKurd – Hevserokê HDPê yê navçeya Kopê Eray Can, hat girtin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeya Kopê a ser bi Mûşê ve, di çarçoveya dozeke berê hat girtin.

Derbarê Hevserokê HDPê yê navçeya Kopê Eray Can de, berî niha ji aliyê dozgeriyê ve dozek hatibû vekirin û ji ber wê dozê biryara 7 sal cezayê girtîgehê ji bo Hevserokê HDPê yê navçeya Kopê hatibû dayîn.

Li gor agahiyan, îro Dadgeha Bilind, cezayê Eray Can pesend kir û ew ji aliyê hêzên ewlekariyê ve ji bo Girtîgeha Tîpa L ya navçeya Patnosê ya Agiriyê hat veguhastin.

Parve bike: