TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hewl dan bi ceketên xwe agir vemirînin

Admin M
Nivîskar
📅 30 hezîran 2019 02:12

PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê li navçeya Sêweregê, ber destê êvarê agir bi mer’a gundê Qerecdaxê ket û bang li îtfaiyê kirin da agir vemirînin. Gundî bo alîkariya vemirandina agir bikin, bi ceketên xwe mudaxele bi agir kirin.

Bo destekê bidin tîmên îtfaiya Sêweregê, ji Diyarbekir jî alavên îtfaiyê bi tîman re çûn ciyê şewatê û mudaxele kirin. Di encamê de karibûn agir vemirînin lê bi hezar donuman erd şewitî. Tîmên cendirmeyan bo lêpirsîna bê agir çawa destpêkiriye û sedem çiye, dest bi lêpirsînê kirin.

Parve bike: