TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hewlêr | Pistî belavbûna cûreya nû ya koronayê nexwesxaneyeke mezin tê vekirin

Admin H
Nivîskar
📅 28 sibat 2021 17:34

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Hewlêrê mezintirîn nexweşxaneya taybet a bo nexweşên vîrusa koronayê yên ku rewşa wan gelekî xirab e tê vekirin.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, îro 28ê Sibatê li Hewlêrê mezintirîn nexweşxaneya taybet a çavdêriya hûr bo nexweşên Koronayê tê vekirin.

Wezareta Tenduristiyê hişyarî da ku hejmara pêketiyên Koronayê roj bi roj zêde dibin û Herêma Kurdistanê li hember metirsiya belavbûna bilez a Koronayê ye û bang li welatiyan kir pabendî rênimayên tenduristiyê bibin û xwe biparêzin

Wezaretê herwiha da xuyakirin, ew nexweşxaneya taybet a bi navê Lalav wê xizmetê bide nexweşên rewşa wan xirab ên koronayê û ev amadekariyeke ji bo rûbirûbûna vîrusa nû ya Koronayê ku ev çend roj in li Herêma Kurdistanê pir belav bûye.

Parve bike: