Hewramanî: Derengxistina mûçe ne sûcê Hewlêrê ye
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî diyar kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe berdewam bi hikûmeta navendî ya Iraqê re di nava hewldanan de ye.
Hewramanî di derbarê pirsa mûçeyan de daxuyaniyek da û got, zêdetirî 50 roj e ku Bexdayê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê neşandiye û tekez jî li ser wê yekê kir, ku Serokwezîr Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe bi berdewamî ligel Hikûmeta Federal di peywendiyê de ye.
Berdevkê Hikûmetê diyar kir ku dê berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi rayedarên hikûmeta Iraqê re çend hevdîtinên girîng bikin û li ser pirsgirêka dayîna mûçeyan gotûbêj bikin.
Hewramanî amaje bi wê yekê jî kir, ku ji ber paşxistina mûçeyan pêwîstî bi şandeke Herêma Kurdistanê heye ku serdana Bexdayê bike û got, "Li şûna wê, berpirsên Herêma Kurdistanê li Bexdayê dê beşdarî civînên cuda bibin ji bo çareserkirina pirsgirêkan."
Hewramanî got, Bexda gelê Herêma Kurdistanê birçî dihêle û paşxistina mûçe ne sûcê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.