TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hewremanî: Pirsgirêka benzînê li nêzîk çareser dibe

Admin H
Nivîskar
📅 26 tîrmeh 2026 13:11

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro Yekşemê ragihand ku ji bo pirsa benzînê civîneke yekalîker tê kirin û da zanîn, yek ji sedemên giranbûna bihayê benzînê, aloziyên deverê ne û got ku di demeke nêzîk de ev pirsgirêk wê bê çareserkirin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bal kişand ser hewldaneke nû û got: "Em niha mijûlî çêkirina sepaneke (aplikasyon) elektronîkî ne, daku tê de para welatiyan ji benzîn û gaza malan re bê diyarkirin; ev yek ji bo wê ye ku ti kes nekare qurxkariyê bike û her kes bi awayekî dadperwerane para xwe wergire."

Pêşewa Hewramanî eşkere kir ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser xetê ye û hemû aliyên peywendîdar raspartine ku di zûtirîn demê de kar ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bikin.

Parve bike: