Heyeta AKP ê li Hewlêrê seredana parêger kir
PeyamaKurd – Heyetekî di bin serokatiya cîgirê serokê karên derve yê AKP ê Afif Demirkıran, bi parêzgerê Hewlêrê Umîd Xoşnaw û qeymeqamê nawendê Nebez Abdulhamid re hevdîtin kir. Heyet di dema hevdîtina xwe de êrîşa Îranê ya ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.
Serpereştiya heyetê Afif Demirkıran dike ku di dewra 23 û 24 an de parlementerê bajarê Sêrtê bû, parlementerê dewra 22 yê yê bajarê Hekkariya Fehmi Öztunç û Mehmet Ceylan di nav heyetê de hebûn.
Heyeta Herêma Kurdistanê ku pêşwaziya wan kir, parêzgerê Hewlêrê Umîd Xoşnaw, cîgirê parêzger Ekrem Ahmed û qeymeqamê nawendê Nebez Abdulhamit bûn. Di hevdîtinê de behsa têkiliyên darayî yên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hatin kirin. Abdulhamit weha got:
“Li Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê gelek şîrket dixebitin. Heyeta mêvan ji me xwest ku em ji bo wan hêsantiyan çêbikin. Me jî weka wan xwest ku ji bazirganên me yên li Tirkiyê re hêsantiyan çêbikin.
Di dema hevdîtinê de behsa êrîşa Îranê ya ji bo ser Hewlêrê hat kirin û heyeta mêvan êrîşê şermezar kir.”
Li gor ragihandina parêzgeriya Hewlêrê; di civînê de behsa bazirganî, sanayî, hilberîn û hevkariya mirovî ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hatiye kirin. Babeteka dinê ya navbera her du aliyan jî rewşa giştî ya Iraqê, hilbijartina parlementoyê û xebata avakirina hukumeta nû ya Iraqê bû.