Hezar malbatên din ji Hesekê ber bi Efrînê ve bi rê ketin
PeyamaKurd - Pêvajoya vegera koçberên Efrînî ku ji sala 2018an ve li herêma Cizîrê bi cih bûbûn, bi qonaxeke nû û girseyî berdewam dike. Îro Yekşemê di karwana çaremîn de hezar malbatên koçber ji parêzgeha Hesekê ber bi bajarê Efrînê ve bi rê ketin.
Bi vê karwana dawî re, hejmara malbatên ku vegeriyan gihîşt 2 hezar û 400 malbatî.
Plana "Sifir Kon" û aramiya herêmê
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, derbarê vegera koçberan de plana "Sifir Kon" eşkere kir. Ehmed diyar kir ku armanca wan ew e ku li herêmê ti konên koçberiyê nemînin û hemû welatî vegerin ser mal û milkên xwe. Parêzgar destnîşan kir ku piştî dabînkirina aramiyê, ew ê derbasî qonaxa xizmetguzariyê bibin da ku şert û mercên jiyanê li Efrînê û derdora wê baştir bikin.
Li gorî daxuyaniya Komeleya Efrînê ya Civakî, niha 7 hezar malbatên din jî di dorê de ne û li benda vegera li ser warên bav û kalan in.