Hêzeke Pasewanên Sînor a Iraqê li Keleha Qumriyê ya Kanî Masî hat bicihkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzeke pasewanên sînor a Iraqê, xalek li Keleha Qumriyê li navçeya Kanî Masî ya girêdayî parêzgeha Duhokê danî.
Li gorî daxuyaniya muxtarê gundê Qumriyê Omer Kamil, demek e Kela Qumriyê bûye meydana şerê di navbera çekdarên PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê de û çend caran ketiye ber bombebaranê ku di encamê de jî ziyaneke mezin gihîştiye wê deverê.
Muxtarê gundê Qumriyê ji K24ê re diyar kiriye, doh 28ê Adarê nêzîkî 60 leşkerên ji Hêza Pasewanên Sînor ên Iraqê li ser kelehê hatin bicihkirin.
Omer Kamil gotiye, biryar e îro çend xalên din jî ji aliyê wê hêzê ve li deverê bêne danîn, ji bo rêgirî li pêşketinên artêşa Tirkiyê bê kirin ku ji ber hebûna PKKê derbasî wê deverê bûne.
Li gor zanyariyên Muxtarê Gundê Qumriyê, keleha Qumriyê li ser bilindahiyên di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de ye û ew keleha kevnar nêzîkî 200 sal berê dema serdema mîrên Kurdan hatiye çêkirin.