TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li Wanê 22 koçberên qaçax girtin

Admin L
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2020 17:06

PeyamaKurd – Ji aliye hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, li navçeya Tûşpayê ya parêzgeha Wana Bakurê Kurdistanê, 22 koçber hatin girtin.

Yekîneyên ser bi Rêveberiya Deriyên Sînorî û Rûbirûbûna bi Kaçaxcitiyê, li navçeya Tûşbayê 22 koçberên ku bi rêyên qaçax ketine navçeyê girtin.

Li gor zanyariyan, koçberên hatin girtin, di 15 Tîrmehê de, bi belemekê derbasî navçeyê bûne û paşê wan cardin bi qaçaxciyekî re li hevkiriye da ku bi belemê wan bibe Bedlîsê.

Xwediyê beleme jî piştî bûyerê ji aliye polîsan ve hat girtin. 

 

Parve bike: