TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldana tevgereke saneyên terorîstên DAISê têk birin

Admin L
Nivîskar
📅 29 adar 2022 16:02

PeyamaKurd Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, bi operasyoneke li kampa Holê, hewldana tevgereke şaneyên terorîstên DAIŞê têk birin û hejmarek ji terorîstan girtin.

Li gor zanyariyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê di beşa 4an a kampa Holê de operasyonek pêk anîn.

Hat eşkerekirin, di navbera hêzên ewlekariyê û şaneyên çekdarên DAIŞê de, şer bi çekên sivik û navîn rû da.

Li gorî berpirsekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn, hejmareke çekdarên şaneyê hatin girtin û li kampê alozî û operasyona paqijkirinê didomin.

Parve bike: