TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê 3 HDPyî desteser kirin

Admin L
Nivîskar
📅 28 cotmeh 2022 12:39

PeyamaKurd – Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li parêzgeha Batmanê endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi hinceta “propagandaya rêxistinê” desteser kirin.

Ajansa Fermî ya Tirkiyê ragihand, do hêzên ewlekariya Tirkiyê di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî de, li parêzgeha Batmanê girtine ser çend navnîşanan û 3 endamên Encûmena Ciwanan a HDPê bi hinceta “propagandeya rêxistinê” desteser kirine.

Herwiha zanyariyên hatine belavkirin eşkere dikin, navên wan endamên HDPê Barış Avşar, Muhammet Sevaci û Fikret Soysal e.

Herî dawî hat ragihandin ku kesên desteserkirî birine Rêveberiya Ewlekariya Batmanê û karûbarên wan ên yasayî berdewam in.

Parve bike: