Kurdistan
Hêzên frensî 5 saetan perwerdeya topavêtinê dan servanên Kurd
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên frensî yên li Rojavayê Kurdistanê ku di bin pêşengiya Hevpeymaniya Navdewletî de dimînin, perwerdehiya topan dan şervanên Kurd ên nav HSDê.
Li gorî zanyariyan, yekîneyên topxaneyên hêzên Fransyê li qada petrolê ya Omer a Dêrazorê perwerdehiya avêtina topan daye şervanên Kurd û dengê wan hatiye bihîstin.
Hat ragihandin ku perwerdeya topavêtinê bi qasî 5 demjimêran ajotiye û li gorî zanyariyên xwecihî, niha li çar xalên leşkerî yên Dêrazor, Hesekê û Reqayê 200 leşkerên frensî dimînin.
Hêzên Fransa yên li Rojavayê Kurdistanê dimînin, bi du yekîneyên wekî; ‘hêzên taybet’ û ‘hêzên hevpeymaniyê’ kar dikin.