TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên Iraqî gule avêtin ser Pêsmerge

Admin H
Nivîskar
📅 06 tîrmeh 2020 19:09

PeyamaKurd - Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê nehiştin hêzên Iraqî li Kifrî baregeha xwe vekin û li ser vê hêzên Iraqî gule avêtin ser Pêşmerge.

Berpirsê PDKê li deverên Qeretepe û Cebare yên bajarokê Kifrî, Kemal Îbrahîm ji BasNewsê re ragihandiye ku îro danê sibê tabûreka artêşa Iraqê dixwest bi behaneya parastina Kifrî, baregehekê li nêzîkî Kifrî vekin lê hêzên Pêşmerge nehiştin.

Kemal Îbrahîm got, ji ber wê jî hêzên Iraqî gule avêtin ser Pêşmerge.

Berpirsê PDKê herwiha anî ziman ku hêzên Iraqî nikarin xwe biparêzin wê çawa Kifrî û deverên din biparêzin.

Parve bike: