TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên Pêsmerge gundek ji DAISê paqij kirin

Admin H
Nivîskar
📅 10 hezîran 2019 19:38

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Pêşmerge gundê Qurî Çay yê ser bi bajarokê Kifrî de ku di destê terorîstên DAIŞê de bû, îro bi temamî ji terorîstan paqij kir.

Tîmên taybet yên girêdayî yekineya 70ê ya ser bi Wezareta Pêşmergeyan îro li gundê Qûrî Çay yê navçeya Kifrî ya ser bi îdareya Germiyan, operesyonek taybet li dijî çekdarên DAIŞê pêk anî û gundê Qurî Çay ji wan paqij kirin.

Berpisê ragihandina hêzên yekineyê 70ê ya ser bi Wezareta Pêşmegergeyan de, Ehmed Letîf di derbarê opersyonê de ragihandiye, “Ev hêzên ku îro beşdarî operaseyona taybet ya li dijî çekdarên DAIŞê bûne yekineyên taybet yên komandoyan e.”

Ehmed Letîf diyar kir: “Gundê Qûrî Çay ku girêdayî bajarokê Kifrî yê dikeve li ser rêya di navbera bajarokê Kifrî û navçeya Xûrmatû de, ev demek dirêj bû di destê çeteyên DAIŞê de bû. Îro bê ku astengiyek ji bo hêzên me çêbibe me tevahiya gûnd ji çeteyan paqij kir.”

Herwiha hat ragihandin ku di opersyona taybet de mayînek bi wesayîta hêzên pêşmerge ve teqiya, lê tu ziyanê canî çênebûne. Herwiha çeteyên DAIŞ li pişt xwe tenê mayîn û teqemenî hiştin.

Parve bike: