Kurdistan
Hêzên Rojhilat: Ji hilweşîna rejîma Îranê re amade bin
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê civiya û bi daxuyaniyekê naveroka civînê eşkere kir.
Di daxuyaniya derbarê civînê de hate gotin ku nirxandineke giştî bo rewşa navxweyî ya Rojhilatê Kurdistanê û krîzên kûr ên sîstema siyasî ya Îranê hatiye kirin.
Hevpeymaniyê eşkere kir ku sîstema desthilatdariyê rastî cezayên giran ên aborî û zextên pir-alî bûye û ber bi hilweşînê ve diçe.
Di civînê de hat tekezkirin ku divê tevgera azadîxwaz a Kurd ne temaşevan be, belkî bi planeke tam amadeyî guhertinan be.
Pêvajoya hevkariyê û hevsengiyên leşkerî
Aliyan biryar dan ku di warê leşkerî, ewlehî û rêxistinî de hevkariya zêdetir bikin û dosyaya taybet a li ser tawanên rêjîmê pêşkêşî navendên navneteweyî bikin.