TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nêz de tê avakirin

Admin H
Nivîskar
📅 15 îlon 2026 21:08

PeyamaKurd - Di demeke ku hewldanên bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê zêde bûne de, aliyên siyasî di serî de YNK û PDK li ber lihevkirinê ne.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê avakirina kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê de ragihand ku ji bo avakirina hikûmetê hewl hatine zêdekirin û ew hêvî dikin ku alî di demeke nêzîk de bigihîjin lihevkirineke dawî.

Berdevkê PDKyê Mehmûd Mihemed jî diyar kir ku di nava yek du rojan de dê nûçeyên xweş ên derbarê hikûmetê de werin ragihandin.

Di vê navberê de Tevgera Nifşê Nû ragihand ku ew ê bi tu awayî beşdarî hikûmeta nû nabin û di eniya mixalefetê de dimînin, her wiha Serokê Tevgera Helwestê Elî Hemesalih jî li ser parvekirina post û desthilatê nêrînên xwe parve kirin.

Parve bike: