TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişên li ser Siûdî Erebistanê şermezar kir

Admin H
Nivîskar
📅 09 îlon 2026 12:46

PeyamaKurd - Wezareta Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrişên ku bajaran û dezgehên aborî yên Siûdî Erebistanê kirine armanc û di encamê de jin û zarok jî di nav de gelek welatî birîndar bûne, bi tundî şermezar kir.

Hikûmetê hevsoziya xwe bi gel û dewleta Siûdî re anî ziman û tekez kir ku armanckirina xelkê û binesaziya sivîl bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku aştî û diyalog rêbazên herî rast in ji bo çareserkirina aloziyan, û hişyarî hat dayîn ku berdewamiya tundûtûjiyê dê tenê bibe sedema kûrbûna aloziyê li herêmê û zirarê bide ewlehiya gelan.

Parve bike: