TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hikûmeta Kurdistanê bi seroktiya Mesrur Barzanî li ser rewsa dawî dicive

Admin H
Nivîskar
📅 07 rêbendan 2020 20:28

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê sibe civînekê li ser geşedanên dawî yên li Iraq, Kurdistan û herêmê li dar dixe.

Li gorî zanyariyan civîna kabîneya hikûmetê sibe bi seroktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî birêve diçe.

Hat zanîn ku dê di civînê de, guftûgo li ser pêşhatên dawî û nirxandina rewşa Iraqê û herêmê bê kirin.

 

Parve bike: