TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hikûmeta Kurdistanê: Cihê Pêsmerge lê be DAIS nikare tê de bimîne

Admin H
Nivîskar
📅 01 mijdar 2021 00:43

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek derbarê êrîşa şeva borî ya terorîstên DAIŞê ya ser sengerên hêza Pêşmerge de belav kir ku du Pêşmerge hatibûn şehîdkirin. Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat gotin, pêwîste hevkarî û hemahengî di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û hêzên hepeymaniya navdewletî li djî DAIŞê  berdewam be.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil îro Yekşemê di peyama ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ragihand: ‘’Şeva borî terorîstên DAIŞê li herêma Zurrgezraw li sînorê mîhwera Kerkûkê, êrîşeke tirsonekî encam dane li beramber sengerên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û mixabin 2 Pêşmergeyên qareman bi navên Xalîd Hemîd Heyas û Ako Kerîm Qadir şehîd bûn. Li vir em serxweşiya xwe arasteyî malbatên herdû şehîdan dikin ji Xwedayê mezin daxwaz dikin sebirê bide wan.’’

Di berdewamiya peyamê Dr. Cotyar Adil destnîşan kir: ‘’Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê selmandiye take hêza cihê baweriyê ye û parêzerê şêniyên van herêman e û ew hêz li her cihî be rêxistina terorîstên DAIŞê nikare tê de bimîne. Ji ber wê ye Hikumeta Herêma Kurdistanê tekeziyê li ser wê yekê dike û bi giringî û pêwîst dizane hevkarî û hemahengiya di navbera hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê û hêzên Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê berdewam bike.’’ 

Di dawiya peyamê de hat diyarkirin: ‘’ Êrîşên berdewam ên terorîstên DAIŞê li wê  herêmê wê rastiyê derdixin holê ku hîn jî ew rêxistina terorîstî metirsî ye li ser hemû Iraqê  û pêwîste hemûl alî kar bikin ji bo bi dawîkirin û jinavbirina wan êrîşan. ‘’

Parve bike: