Kurdistan
Hikûmeta Kurdistanê dem û nirxê kirîna genimê cotkarên Kurdistanê eskere kir
PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew dê ji destpêka meha Hezîranê ve dest bi kirîn û wergirtina genimê cotkarên Kurdistanê bikin û nirxê wê jî eşkere kir.
Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê îsal her tonek genimê kalîteya yekê yê cotkarên Kurdistanê bi 850 hezar dînaran bikirin.
Wezaretê da xuyakirin ku wergirtin û kirîna genim dê ji roja 1ê Hezîranê ve dest pê bike û heta 14 Tîrmeha 2022yan dewam bike.
Herwiha Wezareta Çandiniyê daye zanîn ku wê her cotkarê ku genimê xwe da hikûmetê yekser pereyê xwe bistîne.