Hikumeta Kurdistanê: Îdiayên ser serdana Falih Feyad bêbingeh in
PeyamaKurd - Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke zelalkirinê belav kir û ragihand ku di serdana Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyad a bo Herêma Kurdistanê û hevdîtinên wî yên li gel Serok Barzanî, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, giringiya çareserkirina pirsgirêkên hilawestî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta fîderal de, bi taybetî budce, neft û deriyên sînorî hatiye gotûbêjkirin.
Daxuyaniyê diyar kir ku hin saziyên medyayê derbarê naveroka hevdîtinan de gotegot û zanyariyên nerast û çêkirî belav kirine ku ti bingeheke wan tune ye û ji rastiyê dûr in.
Serokatiya Encûmena Wezîran tekez kir ku berevajî vê yekê, hemû alî li ser wê yekê hevnerîn bûne ku pêwîst e pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bi diyalog, hevtêgihiştina hevbeş û di çarçoveya destûrê de bên çareserkirin.