Kurdistan
Hilbijartin | AKPê li Diyarbekirê îtiraz kir: Hat qebûlkirin
PeyamaKurd- AKPê li navçeyên Diyarbekirê Egil û Hezroyê ku li gor encamên nefermî HDPê şaredarî bi dest xistine îtiraz li encamên hilbijartinê kir.
Îtiraza AKPê bi îdiaya ku turikê 200 dengan winda bûye ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ve hat qebûlkirin û jimartina dengan li Hezroyê ji nû ve dest pê kir.
Herwiha li navçeya Egilê jî bi hinceta ku şaredarê serketî yê HDPê Mustafa Akkul ji seroktiya Odeya Zêrkar û Serafan îstifa nekiriye, AKPê daxwaz kir ku hilbijartin were nûkirin, lê hîn biryar li ser vê îtirazê nehatiye dayîn.