TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hirçekî 144 heywanan kuşt

Admin M
Nivîskar
📅 31 tebax 2026 14:04

PeyamaKurd – Li bajarê Ezirganê li gundê Mixarê (Koçyatağı) bi şev hirçekî ket hewşa heywanan û 144 miyan kuşt. Her sal gur û ajalên yabanî êrîşê heywanan dikirin lê vê carê hirçê êrîşê heywanan kir.

Xwediyê heywanan İsmail Mutlu xwestiye ku dewlet zerara wî bide û keyayê gund jî xwestiye dewletê rê li ber êrîşên hirçan bigre.

Li ser dîtina şopa lingên hirçê, di hewşa heywanan de, tîmên cendirmeyan û rêvebiriya çandiniyê û daristanê yên bajêr çûn ciyê bûyerê da tesbîta bûyerê û zerarê bikin. Hirçê, deriyê hewşa heywanan şikandiye û ketiye hundir.

Ji salên 1990an û heya niha ji ber gelek gund valane, mêzêna xwezayê xerab bûye û li gundên Kurdistanê jimara hirç, beraz û guran zêde bûye û gelek caran li gundewaran êrîşê mirov û heywanan dikin.

Parve bike: