TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hisyarî: Li Herêma Kurdistanê berf dibare

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 22 berfanbar 2023 19:34

Peyama Kurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku pêleke berf û baranê tê Herêma Kurdistanê û xwest ku welatî bergirîya xwe bikin.

Rêveberîya Keş û hewayê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyanîyekê ragihand ku ji îro bi şûnve pêleke sermayê ku bi xwe re berf û baraneke xurt tîne herêmê û hişyarî da welatîyan. 

Di daxuyanîyê de wiha hate gotin: "Li Herêma Kurdistanê, li deverên çîya û bi taybetî li herêma Duhokê baran destpê bike û pêre wê hin deverên din berdewam bike. Her wiha li devera paytext Hewlêr û Silêmanîyê jî berf bibare."

Di daxuyanîyê de her wiha hate ragihandin ku li deverên çîya û Duhokê piştî baranê wê berf jî bibare û piştî roja şemîyê wê bi gelemperî li Herêma Kurdistanê pileya germê pir dakeve.

Rêveberîya Keş û hewayê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku tê çaverêkirin ku ji sibê bi şûnve wê pêla sermayê hin zidetir bibe û hişyarî da welatîyan ku tedbîrên xwe bistînin.

Parve bike: