TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSD: 13 terorîstên din ên DAISê hatin kustin 2 jî hatin girtin

Admin H
Nivîskar
📅 23 rêbendan 2022 21:33

PeyamaKurd - Navenda ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro Yekşemê bi daxuyaniyekê li ser rewşa dawî ya şerê girtîgeha Hesekê ragihand ku hêzên wan vê sibehê operasyonên berfireh dane destpêkirin û 13 terorîst hatine kuştin.

HSDê eşkere kir ku hêzên wan derdora bakur a girtîgeha Sînaa ya girtiyên DAIŞê dorpêç kiriye û diyar kir, hêzên wan vê sibehê operasyonên berfireh dan destpêkirin û tê de 13 terorîstên din ên DAIŞê hatin kuştin û 2 jî hatin desteserkirin.

HSDê di daxuyaniya xwe ya beriya vê de jî ragihandibû ku şer dewam dike û di encamê de 17 şervanên wan û Hêzên Asayîşê şehîd bûne û 23 kes jî birîndar bûne.

Parve bike: