TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSD: 3 Leskerên Tirkiyê hatin kustin û NHByek hat xistin

📅 12 adar 2020 14:28

PeyamaKurd- HSDê ragihand ku 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wan  3 leşkerên Tirkiyê kuştine û Navgîneke Hewayî ya Bêpîlot a Tirkiyê  (NHB) xistine xwarê.

Li gor daxuyaniyan HSDê, şer û pevçûn di navbera hêzên wan û artêşa Tirkiyê de li gundên derdora rêya M4 rû dane.

Li gorî heman daxuyaniya HSDê, di encama wan şer û pevçûnan de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Herwiha HSDê diyar kiriye ku şervanekê jî di wan şer pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye.

Parve bike: