TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSD: 37 çekdarên girêdayî Tirkiyê di serê Eyn Îsa de hatin kustin

Admin L
Nivîskar
📅 23 adar 2021 16:59

PeyamaKurd – HSDê bi daxuyaniyekê amarên her sê rojên şerê Eyn Îsa yê di navbera HSDê û komên çekdarên ser bi Tirkiyê ve eşkere kir û diyar kir, 37 çekdar hatine kuştin û 18 çekdar jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de Navenda Ragihandina HSDê destnîşan kir ku di 3 rojên şerê Eyn Îsa de, ku ji 18 heta 20ê Adarê berdewam kiribû, 37 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatine kuştin û 18 çekdarên din birîndar bûne.

Li gor heman daxuyaniyê, di bersivdana êrîşên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, hejmareke wesayitên serbazî hatine têkşikandin.

Herwiha Navenda Ragihandina HSDê eşkere kir, 4 şervanên HSDê can dane û 4 şervan jî birîndar bûne.

Li aliyê din ve, di encama topbarana artêşa Tirkiyê de jî, zarokek bûye qurbanî û 5 sivîl birîndar bûne.

Parve bike: