TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSD: Bêdengiya Rûsya ya li hember êrîsan gumanan çêdike

Admin H
Nivîskar
📅 25 mijdar 2019 01:13

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser bêdengîya Rûsyayê li hember êrîşên Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê ku tevî rêkeftinên hatine kirin jî li ser Eyn Îsayê berdewam dikin, rexne kir û got, “Ev bêdengiya Rûsyayê ne li gorî rola wan ya garantorî û çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê ye.”

HSD di daxuyaniya nivîskî ya li ser êrîşên Eyn Îsayê de got, “Artêşa Tirk û komên girêdayî wê yên bi navê Arteşa El-Wetenî li dijî bajarokê Eyn Îsa bi balafiran û çekên giran êrîşeke dijwar ji sê aliyan de pêk anîn. Hêzên me bersiva êrîşan dan û li derdora Eyn Îsa şerekî dijwar qewimî.”

HSDê bibîr xist ku ew êrîş li pêş çavên hêzên Rûsyayê pêk hatine û neketine nava ti tevgereke rawestandina van êrîşên bêserûber ku bixwe jî garantorê agirbestê li wir in.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji nedîtîve hatina van êrîşan ya Rûsyayê û pêkneanîna rola xwe ya garantoriya agirbestê di me de gelek gumanan çêdike. Ev bêdengiya Rûsyayê jî ne li gorî rola wan ya garantorî û çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê ye.”

Parve bike: