TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSD: Berpirsekî DAISê hat kustin, yek jî hat girtin

Admin H
Nivîskar
📅 19 rêbendan 2022 01:00

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk  (HSD) ragihand, doh 17ê Çileyê 2022yan êvarê li herêma Hewayîc di çalakiyeke hevbeş a hêzên wan û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de, berpirsekî pilebind ê DAIŞê hatiye kuştin û yek jî hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniya HSDê, ew terorîstê hatiye kuştin, beşdarî plana êrîşa ser girtîgeha Xiwêran a Hesekê ya Kanûna borî bûye û hêzên wan ew plan têk biribûn.

Hatiye diyarkirin ku berpirsê şaneyê Mihemed Ebid El-Ewad hatiye kuştin ku herwiha beşdarî plana teqandina du erebeyên bomebebarkirî jî bûye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, rêxistina terorîst ji bo pêkaîna êrîşê li ser girtîgehê û derxistina pirsgirêkan li deriyê sereke yê girtîgehê amadehî kiribûn û ew plan hatiye têkdan û ligel wan terorîstan miqdareke çek û teqemenî hatiye desteserkirin.

HSDê daye xuyakirin, di çalakiyeke din a ewlehiyê de, hêzên taybet ên HSDê berpirsekê DAIŞê yê xwecihî li herêma Elway a gundewarê Şedadê ya başûrê Hesekê girtine ku wî terorîstî karê veguhestina çekan ji şaneyên rêxistinê re û tevlîkirina endamên nû dikir.

Di daxuyaniya HSDê de hatiye eşkerekirin ku li ser wî çekdarê DAIŞê rêjeyeke çek, alav û belge hatine desteserkirin.

Parve bike: