HSD: Di çalakiya bersivdanê de 2 çekdar hatin kustin, 6 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan bersiva êrîşên artêşa Tirkiye û komên çekdarên bi ser wan ve daye û di encamê de 2 çekdar hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDê di bersiva êrîşan de, li Zirgan 2 çekdar hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
HSDê daye zanîn, komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve hewl didan ji berageha artêşa Tirkiyê ya li herêma gundê Ebdulhey a Zirganê êrîşî herêmên kontrola wan bikin, lê hêzên wan hewla çekdaran têk bir û çalakiyek li dijî wan li dar xistiye ku di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Li aliyê din li gorî çavkaniyên medya Rojavayê Kurdistanê, şevê din jî heta derengiyê bombebarên artêşa Tirkiyê li ser herêmê dewam kirine û zêdetirî 20 gundên dorûbera Kobanê, Girê Spî, Amûdê, Şehba û Til Temirê rastî êrîşan hatine.