HSD: Ebûbekir Bexdadî ji carekê zêdetir serdana Tirkiyê kiriye
PeyamaKurd - Berpirsê Ragihandina HSDê Mistefa Balî ragihand ku Serokê rêxistina DAIŞê Ebûbekir Bexdadî ku hate kuştin, ji carekê zêdetir serdana bajarê Tirkiyê kiriye.
Berpirsê Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî di bernameyeke televîzyonî de behsa oprasyona kuştina Serokê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebûbekir Bexdadî kir. Balî diyar kir ku piştî ku rizgarkirina navçeya Baxozê hêzên wan ketine li dûv serkirdeyên DAIŞê û got:
“Di vê demê de agahî li ba me çêbûn ku Ebûbekir Bexdadî bi alîkariya hinek hêz û dewletên herêmî gihîşte Idlibê. Yekîniyên me yên taybet ên îstixbaratî di heyama van 5 mehên dawiyê de agahî berhev kirin. Hevsengiyek û danûstandin di navbera me û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de bi taybetî ligel Amerîkayê hebû. Di meha borî de ev çalakî dê bihata kirin, lê ji ber êrişa dagirkerî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, hinekê hat rawestandin. Piştî ku cihê Bexdadî bi temamî hat eşkerekirin ku me tê de rola sereke girtiye, ev çalakî hat kirin.”
Balî destnîşan ki ku li gor agahiyên di destê wan dibe ku ji carekê zêdetir Bexdadî çûye bajarê Hatay yê Tirkiyê û wiha pê de çû: “Hinek agahî me bidest xistibûn Bexdadî serdana Hatayê kiriye. Êdî bila şîrovkar wateya serdana wî zelal bikin. Ew baregeha ku Bexdadî tê de bûye armanc, gelek nêzîkî sînorê Tirkiyê bû û herwiha li nêzîkî wê bargehê, binkeyeke leşkerî ya Tirkiyê bi xwe heye.”
Bi gotina Balî ew di hemû astên operasyona kuştina Ebûbekir Bexdadî de beşdar bûne û wiha axivî: “Li gor agahiyên di ragihandinê de hatine belavkirin di dema çalakiyê de du hevjînên Bexdadî û dibe ku kesên ew diparast jî hebûn. Armanca çalakiyê Ebûbekir Bexdadî bû.”
Berpirsê Ragihandina HSDê herwiha da zanîn ku liv û tevgerên wan dê ligel hêzên Amerîkayê li her ciheke pêwsît berdewam bin û got: “Li herêmên Reqa û Dêre Zorê çalakiyên şaneyên razayî yên DAIŞê têne kirin.”
Serokê DAIŞê, Bexdadî di operasyoneke hêzên taybet ên Amerîkayê de û bi alîkariya îstixbaratî ya hêzên Kurd li parêzgeha Idlib a Sûriyê hat kuştin. Li gor hin zanyariyên, roja Şemiyê li gor dema Hewlêrê 12ê şevê, 8 helîkopterên leşkerî yên Amerîkayê tevî tîmeke leşkerî ya taybet a Amerîkî ji Hewêrlê ber bi gundê Barîşa yê ser bi parêzgeha Idliba Sûriyê ve çûn, ku cihê mana serkirdeyê DAIŞ Bexdadî bû.
Amerîkayê ji bo bidestxistina zanyariyên derbarê Ebûbekir Bexdadî de, 25 milyon dolar weke xelat diyar kiribû. Bexdadî li gundekî Idlibê ku tenê 5 kîlometran ji sînorê Tirkiyê dûr e, û li navçeya di bin desthilatdariya Cebhet el Nusre hate kuştin û Serokê Amerîkayê Trump ev agahî piştrast kir.