TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSD: Li Til Temir û Eyn Îsayê êrîs berdewam dikin

Admin H
Nivîskar
📅 28 mijdar 2019 23:34

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di 24 saetên dawî de artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, bi taybet li Til Temir û Eyn Îsayê êrîşên xwe berdewam kirine.

Navenda Ragihandin û Çampemeniyê ya HSDê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û pevçûnên  24 saetên dawî eşkere kir û ev daxuyanî da:

“Li êniya Til Temirê çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê li gundê Ûm El-Kêf êrîş birin ser çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî.

Li êniya Eyn Îsa jî artêşa Tirk û komên çete li herêmê tevgera xwe ya dagirkeriyê dewam dikin. Artêşa Tirk bi çekên giran êrîş bir ser gundên Xirbet Faris, Zenûba û Kefîfa a li herêma Qiz Alî. Herwiha li herêmê tevgera balafirên bê mirov jî bê navber dewam dikin.”

 

Parve bike: