TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSD: Terorîstekî DAISê yê amadehiya êrîsekê dikir hat girtin

Admin L
Nivîskar
📅 08 rêbendan 2022 16:31

PeyamaKurd – HSDê bi daxuyaniyekê diyar kir, li Rojava terorîstekî DAIŞê, yê amadehiya êrîşekê dikir hat girtin.

Li gor daxuyaniya HSDê, kesê hatiye girtin, bi plansaziya êrîşa moşekî ya li ser Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî rêxistina terorê ya DAIŞê tê sûcdarkirin.

Di derbarê mijarê de Hevpeymaniya Navnetewî jî daxuyaniyek da. Hevpeymaniyê li ser Twitterê diyar kir: "Do bi şev, li navçeya Şeddadî ya Sûriyê, di encama operasyonekê de, terorîstekî DAIŞê yê plansaziya êrîşeka moşekî li ser @cmoc_SDF û Hevpeymaniya Navnetewî dikir hat pêk anîn.

Parve bike: