HSD: Xwestin ji Serêkaniyê ve bipês werin...
PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya şer û pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir û da xuyakirin, 15 şervanên wan canê xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bi berdewamî rêkeftina agirbestê binpê dikin û roja 20ê Cotmehê çekdaran bi piştevaniya balafirên şer ji bajarê Serêkaniyê hewl dane li eniya başûr û rojhilatê Serêkaniyê bipêş bikevin, lê şervanan di çarçova berevaniya rewa de bersiv dane û 3 çekdar hatin kuştin û 2 otombîlên leşkerî jî hatin rûxandin.
HSDê diyar kir, li eniya Kobanî û Girê Sipî jî çekdaran opozisyonê hewl dane xwe bigihînin Eyn Îsa û gundê Çelebiyê yê Kobanê, lê şervanên HSDê di çarçova berevaniya rewa de bersiva êrîşê dane û hejmarek ji çekdaran hatin kuştin û birîndarkirin û 3 otombîlên leşkerî hatine rûxandin.
HSDê herwiha da xuyakirin, di şer û pevçûnên 24 saetên borî de 6 şervanên HSDê canê dane û 9 şervanên ku roja yekem a agirbestê agahî ji wan nebû jî hatiye hînbûn ku jiyana xwe ji dest dane.