Kurdistan
HSDê 200 DAISî radestî Îraqê kirin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 200 terorîstên DAIŞî radestî Hikûmeta Îraqê kirine.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên ewlekariyê yên îraqî HSDê 200 terorîstên DAIŞê radestî 80mîn Yekîneya Artêşa Îraqê kirine. Heman çavkaniyê diyar kir ku kesên radestkirî bo Bexdayê hatin hinartin û herweha dê jîn û zarokên wan terorîstan jî werin radestkirin.
Hat eşkerekirin ku derbarê 200 terorîstên DAIŞiyan de lêpirsina emnî dewam dike.
Demek berê merciyên îraqî bi sedan DAIŞî ji destê HSDê radest girtibûn ku di nava wan de 13 welatiyên frensî jî hebûn.