TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSDê amarên dawî yên ser û operasyonan ragihand

Admin H
Nivîskar
📅 12 berfanbar 2018 20:10

PeyamaKurd – Hêzen Sûriya Demokratîk (HSD/QSD) amarên şerê 24 saetan ê li dorûbera bajaroka Hecîn a Dêrazorê ragihand.

Di daxuyaniya nivîsgeha HSDê de hat gotin, di şer û operasyonên berdewam yên li herêma Hecîn û Baxusê 55 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Herwiha hat diyarkirin ku balafirên hevpeymaniyê di nav 24 saetan de, 57 êrîş birine ser armancên DAIŞê û şervanên HSDê jî 15 bombeyên vedayî pûç kirine.

Parve bike: