TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSDê bi pistevaniya Hevpeymaniyê ‘Pêngava Tunekirina Terorê’ da destpêkirin

Admin H
Nivîskar
📅 17 tîrmeh 2020 19:48

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) destpêkirina qonaxa duyemîn a ‘Pêngava Tunekirina Terorê` ya li dijî şaneyên terorîstê DAIŞê li herêmên Dêrazorê ragihand. Hat ragihandin ku di operasyonê de Yekîneyên Antîterorê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî bi piştevaniya hêzên asmanî beşdariyê dikin.

Navenda Ragihandina HSDê îro 17ê Tîrmehê, bi daxuyaniyeke nivîskî ya ji bo raya giştî li ser malpera xwe, destpêkirina qonaxa duyemîn a pêngava tunekirina terora DAIŞê ragihand.

Hêzên Sûriya Demokratîk 10ê Hezîrana 2020an jî qonaxa yekemîn a Pêngava Tunekirina Terorê li gundewarên Hesekê û Dêrazorê ragihandibû û bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî di encama wê operasyonê de 110 DAIŞî hatibûn desteserkirin.

Daxuyaniya HSDê ya qonaxa duyem a tunekirina terora DAIŞê wiha ye:

"Hêzên me vê sibehê 17ê Tîrmeha 2020an qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê ya li dijî şaneyên DAIŞê li herêmên Dêrazorê dan destpêkirin.

Pêngava me li ser daxwaza şênî û rûspiyên êlên herêmê ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ`ê yên ku ewlehiya herêmên Dêrazorê binpê dikin, hat. Bi taybet piştî ku êrişên DAIŞ`ê li dijî sivîlan zêde bûn.

Yekîneyên Antîterorê, hêzên Koalîsyona Navdewletî tev li vê pêngavê dibin tevî piştevaniya asîmanî. Ev pêngav dê heta pêkanîna armancên ku fermandariya giştî diyar kirine, berdewam bike.”

Parve bike: