TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSDê plana êrîsên di cejnê de bên kirin hilwesand: 39 DAISî hatin girtin

Admin H
Nivîskar
📅 13 gulan 2021 17:33

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro 13ê Gulanê ragihand, şaneyên DAIŞê yên dixwestin di rojên cejnê de êrîşên terorî pêk bînin hatin desteserkirin.

HSD bi daxuyaniyekê ragihand, îro Pêncşemê danê sibehê hêzên wan li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞê operasyonek pêk anîn.

HSDê da zanîn ku 39 endamên DAIŞê ku dixwestin di rojên cejnê de êrîşên terorî bikin hatin desteserkirin û wan dest daniye ser çek û kelûpelên leşkerên yên wê şaneya DAIŞê.

Parve bike: