TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSDê yek ji wan emîr 8 DAISî desteser kirin

Admin H
Nivîskar
📅 11 mijdar 2019 20:51

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Dêrazorê 8 çekdar û emîrekî DAIŞê desteser kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku HSDê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî bi ser gundên Hewayic û Hirciyê yên li rojhlatê Dêrazorê de girt û 8 endamên DAIŞê desteser kir ku yek ji wan berpirsê dîwana zekatê bû.

SOHRê da xuyakirin ku di dema dawî de HSDê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi helmeta pişknînê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê li gundewarê Dêrazorê kiriye û bi dehan kesên pêwendiya wan bi DAIŞê re hene hatine desteser kirin.

Parve bike: