HUDA PAR besdarî hilbijartinên saredarîyan dibe
Peyama Kurd – HUDA PARê ragihand ku ji bilî çend herêman, wê beşdarî hilbijartinên şaredariyan yên Bakurê Kurdistan û Tirkîyeyê bibin.
Partiya Doza Azad (HUDA PAR) îro ragihand ku ji bilî çend herêman wê bi navê xwe û logoya xwe beşdarî hilbijartinên şaredariyan dibin.
Cîgirê Serok û Berpirsê Karên Hilbijartinan ê HUDA PARê Mahmut Şahin, biryara partiyê ya hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara 2024an eşkere kir.
Mahmut Şahin got, “Me wek HUDA PARê biryar da ku li çend herêmên hilbijartinê piştgiriyê bidin berbijêrên hevpeymaniyê (Hevpeymaniya Cumhur) û li cihên din jî bi logo û berbijêrên xwe beşdar bibin.”
HUDA PARê, dema serlêdana bernamzedên şaredariyan heta 20ê Çileya 2024an dirêj kir.
HUDA PAR di hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan de ji lîstên AK Partiyê beşdarî hilbijartinên giştî bûbû û li gel Serokê partiyê Zekeriya Yapicioglu, namzedên wê wek parlamenter hatibûn hilbijartin.
Di hilbijartina serokkomariyê de jî piştgiriya Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyip Erdogan kiribû.