TR KU SO
FB X
Kurdistan

HÜDA PAR: Pêwiste ciyê gora Şêx Seîd û hevalên wî aşkera bikin

Admin M
Nivîskar
📅 23 hezîran 2026 21:02

PeyamaKurd – Parlementerê HÜDA PARê yê bajarê Mersînê Faruk Dinç Şêx Seîd bibîr anî û got:

“Ji bo mexdûriyeta çêbûye divê lêborînê bixwazin û ciyên goran aşkera bikin. Ev pêngavên ku bavêjin, wê destekê bide birtiya Kurd û Tirkan.”

Parlementerê bajarê Mersinê û hem cîgirê serokê HÜDA PARê Faruk Dinç, di civîna meclisa Tirkiyê de axaftina xwe kir û got:

“Di salvegera şehadeta Şêx Seîd Efendî de temamê hevalên wî yên dozê, bi rehmet bibîr tînim. Şêx Seîd û hevalên wî yên dozê di bîra milletê de dijîn.

Şêx Seîd alimekî mezin yê îslamê, kamil û murşîd bû. Di rêya baweriya xelkê xwe de, di rêya nasnama xwe de serpereştekî mezin bû. Şêx Seîd ji rêbaza manewiyata Mewlana Xalidê şehrezorî dihat, li dijî zilmê û neheqiyê rawestiya û li dijî îşxala Rûsan têkoşiya. Şêx Seîd û hevalên xwe ji aliyê dadgeha îstîqlalê de hatin îdamkirin û tevî ewqas sal di ser de derbas bû, di bîra xelkê de dijî. Ji bo mexdûriyetên çêbûne pêwiste bi fermî lêborînê bikin û dewlet ciyên gorên wan aşkera bike.”

Dinç got ku divê ew siyaseta îftîra û reşkirinê bi dawî bikin û weha dewam kir:

“Ji bo mexdûriyetên çêbûne, divê lêborîna fermî bikin û ciyên gorên wan aşkera bikin. Ev pêngavên bên mavêtin wê destekê bide biratiya Kurd û Tirkan. Di salvegera şehadeta Şêx Seîd Efendî de, Şêx Ebdullahê Melekanî, Şêx Şerîfê Palo, Salih Begê hênî, Seyyîd Abdulqadir Efendî û hevalên wan yên dozê bi rehmet bibîr tînim.”

Parve bike: