TR KU SO
FB X
Kurdistan

HÜDA-PAR: Me bi AKPê re lihev nekir

Admin M
Nivîskar
📅 06 hezîran 2018 22:46

PeyamaKurd- Serokê HÜDA-PARê Mehmet Yavuz ragihand ku bo hilbijartina 24 ê hezîranê, li ser lîsteya parlementeran, bi AKPê re li hev nekirine û bi ‘îttîfaqa Cûmhûr’ re êdî raqîb in. Yavuz, di bernameya xwe ya televîzyonekê de weha ragihand:

“ Mesela Kurd di encama kiryarên dewleta-dewletî de derketiye ortê. Xetayên ku tên kirin dewam dikin. Qedexeyên ser ziman û nasnama Kurd dewam dikin.”

Yavuz, di mijara ku têkiliyên wan bi Hîzbûllahê re he de weha got:

“ Em tevgereka bê layangir û serbixwe ne. Ew wexta ku em ji navê tên ya dîroka nêz ya Tirkiyê, normal nîne. Zîncîreya bûyerên ku hev dehf didin. Em difikirin ku divê di jiyanê de normalîzekirinekî hebe.”

Di mijara hevdîtina bi HDPê re de, Mehmet Yavuz weha ragihand: “ Me xwest ne tenê li ser hevkariyê biaxifin. Di daxwaza hevdîtina me ya bi HDPê re hevkarî tinebû. Di dema hilbijartinan de, şer û pevçûn çêdibin. Bo van şer û pevçûnan çênebin, me ji temamê partiyan bo hevdîtinan wext xwest.”

Parve bike: