TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hulusî Akar: Hin welatên em dost dizanin fuze dane PKKê!

Admin H
Nivîskar
📅 03 gulan 2021 23:36

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, derbarê operasyonên dijî PKKê yên nav axa Başûrê Kurdistanê de daxuyanî dan.

Akar îro 3yê Gulanê piştî ku doh çûbû biryargeha leşkerî ya operasyonê ya li Şirnexê, serdana biryargeha hêzên asmanî ya li bajarê Eskîşehîrê kir.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar derbarê zehmetiyên operasyonê de got, “Helîkopter nikarin tekerên xwe deynin erdê. Heta niha tişta pêwîst hatiye kirin.”

Akar herwiha diyar kir, “Mixabin hinek welatên ku em dost dizanin moşek dane PKKê. Lewma ev hemû ji bo me metirsiyên mezin in, rîskeke mezin e.”

Hulusî Akar li ser amarên şerê operasyona ji 23yê Nîsanê ve li ser xaka Herêma Kurdistanê berdewam dike jî got ku hêzên wan heta niha 53 PKKyî kuştine û 7 leşkerên wan jî hatine kuştin.

Parve bike: