TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hûsên: Serdana Barzanî ji bo hikûmeta nû pistgiriyeke mezin e

Admin S
Nivîskar
📅 22 mijdar 2018 13:39

PeyamaKurd - Wezîrê Darayî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo Karûbarê aborî yê Iraqê Fûad Hûsên derbarê serdana Barzanî ya Bexdayê diyar kir, serdan piştgiriyeke mezin e ji hikûmeta nû ya Iraqê re.

Fûad Husên li ser piştî demeke dirêj yekem serdana Mesûd Barzanî ya Iraqê daxuyakirin, ev serdan nîşaneke xwe ya siyasî ya giring derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê de heye û piştgiriyeke mezin e ji hikûmeta nû ya Iraqê ya bi Serokatiya Adil Ebdulmehdî re.

Tê çaverêkirin Serok Barzanî îro 22yê Mijdarê li Bexdayê bi Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbusî, Serokwezîrê Iraqê Dr. Adil Ebdulmehdî û Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir re bicive û behsa çareseriya kêşeyên navbera Hewlêr - Bexdayê bike. 

Parve bike: