TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îbrahîm Biro: Cihê çareserkirina pirsa Kurdî li Sûriyê, Sam e

📅 31 tebax 2019 15:18

PeyamaKurd - Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, aramanca serekî ya Amerîka ji çêkirina ‘herêma ewle’ li ser sînorên Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê, ew e ku di navbera Tirkiyê û kurdan de şer dernekeve.

Endamê komîteya pêwendiyên derve ya ENKSê, Îbrahîm Biro li ser hevdîtinên şanda ENKSê bi rayedarên Amerîkî û Rûsî re ji K24 ê re gotiye, wan nêrînên xwe li ser avakirina herêma ewle gihandin Amerîka û Rûsyayê.

Îbrahîm Biro daye zanîn ku Wezareta Derve ya Amerîka ji wan re gotiye, herêma ewle dê bi sê qonaxan bicîh were; destpêkê dê di navbera Girê Sipî û Serê Kaniyê de be, qonaxa duyem dê ji rojavayê Serê Kaniyê ta çemê Dîclê be, qonaxa sêyem jî dê ji rojavayê Girê Spî ta çemê Ferêt be. Kûrahiya herêma ewle ji 5 ta 14 km be, dê hêzên HSD û YPGê lê nebin û ta 20 km jî dê çekên giran lê nebin. Li wê navçeyê dê hemû xal û baregehên HSDê bên rakirin û hin xalên gerên hevbeş ên Amerîkî – Tirkî bên avakirin. Ji aliyê esmanî ve jî Tirkiye dê di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî de çavdêriya wê herêmê bike.

‘AMERÎKA LI SER TIRKIYE Û HSDê FERZ KIRIYE ŞEREK LI WÊ HERÊMÊ RÛ NEDE’

Biro amaje bi pilana Amerîka derbarê herêma ewle de kiriye û gotiye: Tiştê ji Amerîka re girîng, şerê DAIŞê ye. Amerîka metirsiyên Tirkiyê li ber çav girtiye û Tirkiye razî kiriye, lê tiştê baş ji bo gelê me ew e, Amerîka li ser Tirkiye û HSDê ferz kiriye şerek li wê herêmê rû nede.

'AMERÎKA BI TIRKIYÊ RE GUFTÛGO KIRIYE KA KÎ DÊ VEGERE Û KÎ DÊ VENEGERE'

Derbarê vegerandina koçberên Sûrî li navçeya aram de jî Biro daye zanîn, Amerîka bi Tirkiyê re guftûgo kiriye ka kî dê vegere û kî dê venegere.

Li ser rola ENKSê di herêma ewle de, wî berpirsê ENKSê gotiye:  Di hemû hevdîtinên bi welatên bihêz re, nêrîna wan ew bû ku ENKS aliyekî sereke yê Rojavayê Kurdistanê ye û giraniya xwe heye û di hemû kongire û dîdarên navdewletî de nûnertiya Kurdan dike û tekezî jî li ser rola ENKSê ya siyasî dikin. Rengê berê yê rêveberiyê ji aliyê leşkerî û çi ji aliyê îdarî ve nayê qebûl kirin, ji ber ku Tirkiye ti kesekî ji aliyê PKKê ve li wê herêmê qebûl nake. Ji ber wê jî welatên ku me hevdîtin pê re kirine, dibînin ku divê ENKSê di hemû waran de di wê herêmê de beşdar be.

Derbarê nêzîkbûna di nava aliyên Kurdî de jî Biro amaje bi destpêşxeriya Fransî kiriye û gotiye: Mixabin heta niha yek gav di wî warî de nehatiye avêtin. Rêveberiya niha, nikare dest ji îdolojiya xwe berde.

Endamê komîteya pêwendiyên derve ya ENKSê li ser rêvebirina herêma ewle jî gotiye: Amerîka da xuyankirin ku xelkê deverê dê xwe birêve bibin, lê divê PKKê li wir nebe. Tirkiye jî dibîne ku PYD rêveberiya HSDê dike û dibîne ku PYD jî beşek ji PKKê ye. Ji ber wê jî divê rêveberiya niha li xwe vegere û şaşîtiyên berê dubare

‘ENKS LI SER ÇEND ASTAN GUFTÛGO DIKE’

Biro, derbarê pirojeya ENKSê ku di hevdîtinên xwe bi welatên cîhanê re pêşkêş dike, de ragihandiye, ENKSê li ser çend astan guftûgo dike. Li ser asta Sûrî ku mafê her kesekî di destûra Sûriyê de bicih bibe. li ser asta Kurdî, ENKS dibîne metirsiyên rûdana şer û vegera penaberên navçeyên din ên Sûriyê ji wê herêmê re bidûr ketine. Herwiha li ser asta ku çawa xelkê herêmê karibin vegerin û hilbijartin çêbibin û guhartinên mezin di warê îdarî û leşkerî de bên kirin.

Îbrahîm Biro daye xuyakirin ku çareserkirina meseleya kurd li Sûriyê, li Şamê ye, ne li ti devereke din e. Lê divê pêwendiyên me bi welatiyên cîran re baş bin û ne em li ser wan metirsî bin û ne ew li ser me metirsî bin.

Derbarê vegera Pêşmergeyên Roj û parastina ewlehî û aramiya Rojavayê Kurdistanê de jî Biro gotiye: 2 rê hene, yan divê lihevkirineke Kurdî – Kurdî çêbibe, yan jî erkê vê hêza li Rojavayê heye, nemîne û ji nû ve hebûna siyasî û leşkerî li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin.

Parve bike: