TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îdia: Îlham Ehmed dibe Cîgira Wezîrê Derve yê Sûriyê

Admin H
Nivîskar
📅 13 adar 2026 18:03

PeyamaKurd - Li gorî nûçeya weşana Ultra Syria Hikûmeta Demkî ya Sûriyê di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileyê ya navbera Şam û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, difikire ku kesayetek ji nava HSDê wekî Cîgirê Wezîrê Derve tayîn bike.

Çavkaniyên îdia kir ku ji bo vê postê navên Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed derbas dibe.

Li gorî heman çavkaniyan dibe ku Ebdî vê postê nepejirîne û navê Îlham Ehmed derdikeve pêş.

Tê îdîakirin ku Fransa jî zextê dike da ku li şûna Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed ji bo vê postê bê destnîşankirin.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha daxuyaniyeke fermî ji aliyê HSDê yan jî hikûmeta nû ya li Şamê ve nehatiye dayîn, lê ev îdia nîşan dide ku di pêvajoya siyasî ya Sûriyê de gavên nû wê bên avêtin.

Parve bike: