TR KU SO
FB X
Kurdistan

IHR û ECPM: Rejîma Îranê di 2023yan de 834 kesan darve kir

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 06 adar 2024 18:25

PeyamaKurd: Dezgeha Mafê Mirovan a Îranê (IHR) ku navenda wê li Norwêcê ye û Rêxistina Hevbeş a li Dijî Cezayê Darvekirinê (ECPM) ku navenda wê li Parîsê ye raporta xwe ya binpêkirinên mafê mirovan ên rejîma Îranê yên ku li Îran û Rojhelatê Kurdistanê pêk aniye parve kirin.

Di raporta hevbeş a IHR û ECPMê de bal li ser zedebûna cezayên darvekirinê yên rejîma Îranê hatiye kêşandin.

Di raportê de hatiye destnîşankirin ku li Îran û Rojhelatê Kurdistanê hejmara kesên ku di 2023yan de hatine darvekirin, li gor 2022yan 43 zêde bûye û bûye 834.

Di raportê de xwepêşandanên ku piştî  kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên rejîma Îranê hatine destnîşankirin û tê de hatiye diyarkirin ku di van xwepêşandanan de bi sedan kes hatine cezakirin û 8 kes jî hatine darvekirin.

Di raporê de hatiye ragihandin ku ji 834 kesên ku hatine darvekirin 471 kes ji ber tawanbariyên têkildarî madeyên hişbir û 8 kes jî ji ber beşdarî xwepêşandanên Jîna Emînî bûne hatine darvekirin.

Ji ber ku rejîma Îranê bi sedan kesan bi gumanên nepen darvekiriye, di raportê de di derbarê sedemên darvekirina 355 kesan de ti dane nehatiye parvekirin.

Di raportê de herwiha hatiye destnîşankirin ku ji 834 kesên hatine darvekirin 22 jin in.

Li gor daneyên IHR û ECPMê di 2022yan de li Îran û Rojhelatê Kurdistanê herî kêm 582 kes hatibûn darvekirin.

Parve bike: